Manîfestoya Ragihandina Vekirî Ya Gerîlla

Zanîn hêz e. Lê wekî her hêzan, hin kes hene dixwazin vê hêzê jî ji xwe re veşêrin. Bi sedsalan e pirtûk, kovarên zanistî û bermayiyên çandî ku di dinê de hatine çapkirin, di nav lepên çend saziyên taybet de roj biroj derbasê ser dîjîtalê dibe û tê de girtî dimîne. Hûn dixwazin gotarên zanistî yên herî dawî bixwînin? Divê hûn gelek pereyan bidin weşangerên wek “Reed Elsevier”ê.

Hin kes hene dixwazin vê rewşê biguherînin. Tevgera Bidestxistina Vekirî, merivên zanist nexwestine mafên xwe yên nivîskariyê yê pêşerojê bidine wan û ji dêvla vêya bi wêrekî hîştine ku xebatên wan li ser tora ragihandinê belav bibe. Bi fikir û ramanên herî baş, ev yek ji bona xebatên wan yên di pêşerojê de ne. Her tiştên hetanî niha wenda bûne.

Berdêla vêya zêde ye ji bo meriv. Ev yek, jibo xwendinên hevpîşeyên Akademîsyenan ne bedeleke mezin e? Di lêgerîna arşîvan de vebûna li ser Google’ê, ji xwendina mirovan re ne mumkun e? Ev gotarên zanistî ji Zanîngehên Yekemîn yên dinê re vekirî ne, çima ji Kad a Başûrê dinê re venabe? Ev tişteke xerab e û nayê qebûlkirin.

”Raste, lê em dikarin çi bikin? Pardarî mafên xwendinê bi xwe re vedişêrin. Bi gihîna zanînê pereyên mezin bidest dixin û ev yek bi zagonî ye, tiştekî ku em bikin tuneye.” Gelek kes welê difikirin. Lê tiştekî ku em bikin heye û jixwe tiştê ku em dikin; Têkoşîn e.

Kesên ku xwedî van çavkaniyan e — xwendekar, pirtûkxanevan, merivên zanist —Cûdahiya we heye. Di dinê de xeyn ji we, kesên din li ber derê miftekirî ne û hûn bi vê zanînê xwe têr dikin. Lê ne hewce ye— Jixwe bi rastî jî hûn ji hêla exlaqî jî nikarin bikin û vê cûdahiyê jibo xwe veşêrin. Hûn vê zanîna xwe jibo dinê parve bikin û ev li ser milê we ye. Jibo hevpîşeyên we van zanînan daxînin, şîfreyên xwe bidin wan da ku ew daxwaziyên xwe bi cî bînin û ev li ser milê we ye.

Tiştên li paş miftê ne, beredawî nasekinin. Hûn li qulên veşarî û bi sincan ve dikêşin, jibo zanîna ku ji hêla weşangeran ve hatiye miftekirî azad bikin û li hevalên xwe parve bikin.

Lê vê çalakiyê bi temamî tarî û bi dizî di jêrerda dinê de berdewam e. Ev dizî wek korsaniyeke tê binavkirin, parvekirineke zanîna dewlemend, weke destavêtina gencîneyeke ji keştiyê û kuştina xebatkarê keştiyê, ji hêla ehlaqî ve wek hev tê xuya. Lê parvekirin ne bêehlaqî ye— pêdiviyeke ehlaqî ye. Tenê kesên ji çavbirçîbûnê kor bûne, kopîkirina zanînê qebûl nakin û nadin hevalên xwe.

Helbet pardarên mezin ji çavbirçîbûnê kor bûne. Xebatên wan bi zagonan welê divê—Pardarên wan bi kêmaniya hatina pereyan dikarin rabin raperînê. Û siyasetmedar li paş, wan bi bertîlê bi dest xistine. Hêz dane kesên ku dikarin kopî bikin û vêya bêyî zagonan dikin.

Bêedaletî heye livir. Di şopa edaletê de derketina ronahiya rojê hatiye û bi mezinahiya rêya bêîtaatiya sivîl, li dijî dizîya çanda gelemper dema gotinê ye.

Divê zanîn bê girtin, li kuderê veşarî be jî gerek em kopiyên xwe çêbikin û li hemû dinê belav bikin. Berhemên ku dema mafê çapemeniyê qediyane, gerek em wan bigirin û di arşîvên xwe de veşêrin. Pêdiviya kirîna danebingehên dizî û barkirina wan a Web’ê heye. Divê em kovarên zanistî daxînin û li ser tora ragihandinê bar bikin. Divê em jibo Bidestxistina Vekirî a Gerîlla têkoşînê bidin.

Ev ne tenê peyama kesên bi qasê me ku li temamê dinê ne ye, em ê li dijî taybetmendiya
zanînê bin. Em ê di paşerojê de tiştekî bikin. Hûn jî bi me re ne?

Aaron Swartz

Tebax 2008, Eremo, Îtalya

Source: here.


Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s